1. xwedêyo ez gorî rehm û kerema te bûyo, mirov ji hêza te ecêbmayî dimîne. |
|
10.05.2021 10:58 ~11:41 |
cinorek
|
2. bûye YouTubevan. di vîdyoyên xwe ên youtubeê de qala neheqî û zilm û bêînsanîyetî û bênamûsiya dezgehên dewletê ya xwe dike. qala bê dîn û bê îmaniya wan dike. çi anîne serê jin û keçên wê, qal dike. hindik ma bigirîya. |
|
11.05.2021 02:49 ~12:33 |
mirovekirind
|
3. serê çeteyek tirkiyê ye. bi salan pişta xwe dewletê û karên îllegal kirin. berî hilbijartinê çepgirên ku piştgirî dabûn kurdan, bi kuştinê tehtîd kiribû fîlan. piştî ku alaattin çakıcı bi alîkarîya mhpê, ji girtîgehê hat derxistin û çakici li gel ku berê dijûnan li akpê kiribû, bû şîrikê hevkarîya di navbera mhpê û akpê de, di navbera çakici û peker de rekabet û dijminahîyê rû da. mehmet ağarê ku wekîl, vezîr û rezîlê berê ye, wî jî piştgirî da çakici û rê li ber peker nema. |
|
11.05.2021 18:47 |
simurg56
|
4. di vÎdeoya xwe ya dawîn de behsa rewşa sefîl ya rêberê hinek hevalan dike ku dema hatibû girtin û û lêpirsîn bêyî ku sîleyekî bixwe hemû nirxên gelê xwe û rêxistina xwe dida ber lingên dijminên xwe yên demekî. dîsa behsa înfazên nav rêxistinê dike dibêje rêberê hinek hevalan kesên jîr û jêhatî yên di nav rêxistinê de bi hêncetekî dane kuştin, hinek wekê ku dema perwerdeya leşkerî bêhemdî, hinek bi tohmeta sîxurî û xayînetiyê û hinek jî bi zanebûn şandiye nav lepê leşkerên dijmin. |
|
31.05.2021 16:46 |
endazer
|
5. Meseleya înfazkirina gerîlayên PKK'yê beriya salan ji aliyê muxalifên kurd ên PKK'yê ve dihat angaştkirin lê ji ber ku şopger, sempatîzan û alîgirên apoyî nikaribûn bigotana serê pozkê apoyî xwar e, kesî jî baweriya xwe bi van Angaştan nedianî, gerîlayên ku ji destê PKK'yê revîyabûn û çûbûn Awropayê hindek ji wan rabûn û di vir de û wê de behsa înfazkirin û kuştina gerîlayan kirin lê dîsa heyranokên me û 'medyaya azad û serbest û demokrat'(!) ên kurdan wê demê jî ji bo wan kesên ku ewan Angaştan bi lêv kirin re jî etîketa xayîntîyê zeliqandin. |
|
31.05.2021 19:03 ~19:05 |
ferhenga şikestî
|
6. vîdyoya +18 ya seroka komara tirk a bakûrê qibrisê parve kirîye. lê ne wekê nûçeyekî magazînê ye, dibe ku qasedên kesên "giringtir" jî li bin destên wî be. |
|
21.10.2021 01:33 |
heval.js
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |